Şandek ji Rêxistina Duhokê ya PDK-Sê serdana malbatên şehîdan kir
PDK-S: Şandek ji rêxistina Duhokê ya PDK-Sê seredana malbatên her yek ji şehîd Ehmed Bozan Qiço û Kamîran Hiso kir.
Di salvegera şehîdbûna her yek ji şehîdên pêşmergeyên Leşkerê Roj Ehmed Bozan Qiço û Kamîran Hiso, şandek ji rêxistina Duhokê ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê bi serokatiya endamê komîta navendî ya PDK-Sê û berpirsê rêxistinê Hacî Kalo seredana malbatên herdu şehîdan kirin.
Di serdanê de Hacî Kalo behsa rol û xebata pêşmergeyan û berevaniya wan di ber xaka Kurdistanê û doza kurdî de kir.
Ji aliyê xwe ve malbatên şehîdan soz dan, ku ew ê li se rêbaza Barzaniyê ne mir karê xwe berdewam bike.