Til Temir... Xwecehiyên Til Temir û Zirganê yên ENKSê civînên xwe yên asayî li dar xistin

Til Temir... Xwecehiyên Til Temir û Zirganê yên ENKSê civînên xwe yên asayî li dar xistin

PDK-S: Encûmenên xwecehî yên Til Temir û Zirganê yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê li navenda xwecehiya Til Temir ya ENKSê civînên xwe yên asayî cuda li darxistin.

Di civînê de li ser rewşa rêxistinî ya xwecehiyan, rewşa deverê bi giştî û dawîn pêşhate, herweha 4mîn konfiransê ENKSê, û êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, di heman demê de behsa êrêşên Îranê li ser serweriya Herêma Kurdistanê hate kirin.