Tendirustiya Cîhanî vaksînkirina nêzî 2 Melyon Sûrî li dijî nexweşiya Kulêra ragihand

Tendirustiya Cîhanî vaksînkirina nêzî 2 Melyon Sûrî li dijî nexweşiya Kulêra ragihand

PDK-S: Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî Vaksînkirina nêzê 2 melyon Sûrî li dijî nexweşiya Kulêra ragihand.

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî di daxuyaniyekê de ragehand, ku 1.9 melyon kes li Sûriyê li dijî nexweşiya Kulêra hatine vaksînkirin, û tekez kir, ku piroseya vaksînkirinê dê berdewam be ta ku dawî li belavbûna nexweşiya Kulêra were kirin.

Herweha rêxistina navbûrî serbarkir, ku li her yek ji bajarên Hesekê, Dêrezorê , Iraqê û Helebê welatî û derbiderên Sûriyê hatine vaksînkirin.

Li Sûriyê bi giştî, Rewşa welatiyan ji ber zehemtiya peydabûna pêdiviyên jiyanê yên sereke, rewşa welatiyan pir zehmete herweha sîstema tendirustî pir xirabe û ne di astê pêwîst de be.