Serok Mesûd Barzanî peyamek bo koçadawiya Pêşmerge û xebatkar Mustefa Amêdî belav kir
PDK-S: Serok Mesûd Barzanî peyamek bo koçadawiya Pêşmerge û xebatkar Mustefa Amêdî belav kir.
Serok Mesûd Barzanî got: Bi xem û kovaneka mezin nûçeya oxira dawî ya têkoşer û xebatgêrê gelê me û Pêşmergê her du şoreşên Eylûl û Gulanê (Mustefa Husên Mihemed Amêdî) naskirî bi Midîr gihîşte min.
Da zanîn: Mustefa Amêdî şoreşgêr û qehreman û hilgirê madalya Barzanî û wefadarê rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê bû û jiyana xwe pê xemên doza miletê xwe terxan kir û mînaka mêrxasî û mandînenasiyê bû û jidestdana wî derdaneke mezin e.
Ameje kir: Sersaxiyê li malbat û xizm û kesûkarên xwedê jêrazî û hemî xebatgêr û Pêşmergên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Di dawiya nameya xwe de got: Daxwaza min ji Xwedayê mezin ew e ruhê xwedê jêrazî Mustefa Amêdî bi buhişta fireh şad bike û hedar bide hemî aliyekê.