Desteya Danûstandkar ya Sûriyê gera xwe li Cinêvê bi dawî kir

Desteya Danûstandkar ya Sûriyê gera xwe li Cinêvê bi dawî kir

PDK-S: Desteya Danûstandkar ya Sûrî di 3 û 4ê vê mehê de li Cinêvê civiya û dawîn pêşhateyên rewşê li hundirê Sûriyê gûtûbêj kirin, nexasim êş û azarên welatiyên Sûriyê piştî Erdheja 6ê Sibatê, herwiha dawîn pêşhateyên herêmî û navdewletî di derbarê Sûriyê de û doseya girtî û wendakiriyan gotûbêj kirin.

Di dawiya civîna xwe de Desteya Danûstandkar di daxuyaniyekê deragihand, ku Desteyê daxuyaniya civîna Omanê di navbera hejmarek wezîrên Ereban de ya ku rêbaza despêşxiriya Erebî di derbarê Sûriyê de li gor pirensîpa pêngav hember pêngavê diyar dike, herwiha beyanameya Cida ya serokên Ereban di 19ê Gulanê de û ya ku tê de amaje bi biryara 2254 nehatiye kirin gotûbêj kirin, ji alîkî din ve Deste li ser civînên Sê alî û çaralî yên li Moskoyê hatine lidarxistin rawestiya.

Daxuyaniya Desteya Danûstandkar tekezî li ser bicîkirina biryara 2254 bo veguhestineke siyasî ya rasteqîne ya ku gerentiya ji navbirina terorê û vekşana milîs û hêzên biyanî ji Sûriyê dide, herwiha yekparçiya xaka Sûriyê diparêze kir.

Herwiha Desteyê hewlên bicîkirina çareseriya siyasî ya herdem bo Sûriyeke demoqrat ku tê de mafên Sûriyan tên paristin li gorî biryara 2254 bilind nerxandin.

Daxuyaniyê tekez kir ku dana baweriya pêşwext bo rêjîma Sûrî bi vegerandina wê bo komkara Erebî bê ku pabendiyê bi biryarên rewa yên nadewletî bike, metirsiya redikirina rêjîmê ji çareseriya siyasî re derdixe hole.

Daxuyaniyê amaje bi hewlên vegera xwebexiş û ewleh bo penaberên Sûrî kir, û mêvandariya hemû welatan ji penaberên Sûrî re bilind nerxand, û vegerandina neçar ya penaberan şermezar kir û ji hemû welatan xwest ku rêzê pirinsîpên navdewletî yên ku vegera neçar red dikin bigrin.

Desteyêê bang li hemû welatên dost û bira kir ku piştgiriya hewlên Neteweyên Yekbûyî bo bicikirina çareseriya siyasî ya giştgir li gorî biryara 2254 ya sla 2015an bikin.

Herwiha Desteyê tekez kir ku doseya girtî û wendakiriyan doseya sereke ya gelê Sûriyê yê, û doseyeke mirovî û niştîmanî ye û bingehe ji bo baweriya Sûriyan bi çareseriya siyasî ye, û divê bi şêweyekî siyasî neyê bikaranîn.

Di heman demê de Desteya Danûstankar tekez kir, ku aştî bê dadperwerî nayê bicîkirin, û divê encamderên tawanan û kokujoyan û tawanên li dijî mirovan werin sizakirin, ji ber vê çendê dem hatiyê ku rêxistinên navdewletî û di serî de Netewyên Yekbûyî bi rêkarên yasayî û rêxistinî yên ku gerentiya bicîkirina dadperweriyê didin rabin.

Herwiha Desteyê diyar kir, Bi sedema berdewambûna rêjîmê di siyastên xwe yên aborî û ewlehî de pêwîstiyên mirovî û koçberiya xelkê zêde dibin, û da nîşan ku pawenkariya rêjîmê ji alîkariyên mirovî re rewş li Sûriyê xerabtir kriye.