10 sal in Ehmed Sîdo revandî ye

10 sal in Ehmed Sîdo revandî ye

PDK-S: 10 sal ser li revandina endamekî Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê ji aliyê çekdarên PYDê li taxeke Helebê re derbas dibin, û ta niha tu danpêdan ji PYDê derbarê girtina wî de nehatiye der, û malbatê careke din banga xwe nû kir, da ku çarenivîsa wî diyar bikin.

Di 10ê meha 9an sala 2013an de girûpek ji çekdarên PYDê Ehmed Sîdo endamê rêxistina Efrînê ya PDK-Sê li taxa Şêx Meqsûda Helebê li pêş mala wî revand û berev cihekî nediyar ve bir, û ta niha tu nûçe derbarê jiyana wî de derneketiye.

Tevî hewlên berdewam ji malbata Ehmed Sîdo ji bo diyarkirina çarenivîsa wî, lê ta niha û piştî derbasbûna 9 sal ser revandina Sîdo re, tu agahî li ser wî tune ne, eger hîn di jiyanê de maye yan hatiye terorkirin û di salvegera 9an de malbatê banga xwe gihand aliyên pêwendîdar û berpirsiyar da ku bibin alîkar û çarenivîsa Ehmed Sîdo eşkere bikin û banga serbestberdana hemû girtiyan ji zîndanên rêjîm, PYDê û komên çekdar kir.

Ehmed Sîdo ji şêniyên gundê Hisê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye, û neşteciyê taxa Şêx Meqsûd bû.