Elmaniya.. Sekreterê PDK-Sê bi şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriye re civiya

Elmaniya.. Sekreterê PDK-Sê bi şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriye re civiya

PDK-S: Di çarçoveya serdan û cvînên xwe ji bo welatên Ewropayê, sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya Mihemed Ismaîl li Elmaniya bi şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriye re civiya.

Şanda Yekîtiya Nivîskaran ji berpirsê nûneratiya wê li Ewropa Sebrî Resûr, endamên Rêveberiya Nûneratiiya Yekîtiya Nivîskaran li Ewropa Necah Hêvo û Qumrî Remedan pêk hatibû.

Di civînê de ku Ebdulbasit Hemo endamê Komît Navendî ya PDK-Sê jî amade bû, rewşa nivîskaran li derve û awayê piştevaniya wan hat behskirin.

Mihemed Ismaîl ji şanda Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya li Ewropa re got, PDK-Sê her dem piştevaniya nivîskaran kiriye û wê berdewam bibe.

Ji destpêka meha Cotmeha îsal ve, sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Mihemed Ismaîl li Elmaniya ye, hejmareke hevdîtin û civîn encam dan, di çarçoveya serdana xwe de jî bi berpirsê doseya Sûriyê di wezareta derve re civiya. Di warê rêxistinî de jî çendîn civîn û semînar li dar xistin.