Hewlêr... Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya pêşwaziya şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê kir

Hewlêr... Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya pêşwaziya şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê kir

PDK-S: Roja Yekşemê 29ê Cotmeha 2023, Ofîsa Pêwendiyên Niştimanî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, pêşwazî li şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Şande ji aliyê Seîd Omer endamê mekteba siyasî û berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Niştimanî ya PDK-Sê, Dr.Ebdul Hekîm Beşar û Hacî Kalo endamên Mekteba Siyasî ya Partî û Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn endamê komîta Navendî ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan behsa rewşa çandî û wêjeyî li Kurdistana Sûriyê, û zehmetiyên li pêşiya nivîskar û rewşenbîran di hemû waran de gotûbêj kirin.

Şanda Komîteya Pêwendiyên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya roja Pêncşemê 26.10.2023, gihişt Hewlêrê.