Birîtanya-Keneda Siza li ser 8 berpirsên rejîma Sûriyê sepand

Birîtanya-Keneda Siza li ser 8 berpirsên rejîma Sûriyê sepand

PDK-S: Birîtanya û Keneda sizayan li ser hejmarek wezîrên rêjîma Sûriyê ragihandin, weke beşek ji sizayên wê yên li ser kesên girêdayî bi binpêkirinên mafên mirovan li seranserî cîhanê.

Di daxuyaniyeke hevbeş de, roja 08.12.2023, Birîtanya û Keneda siza li ser 7 wezîr û berpirsekî din ên rêjîma Sûriyê ragihandin, ji ber binpêkirinên wan li dijî welatiyan .

Kesên siza li ser wan hatine spandin evin : Wezîrê Ragihandinê Bitros El-Helaq, Wezîrê Karûbarên Civakî Luayî Îmad El-Dîn El-Munecid, Wezîrê Petrolê Fîras Qedûr, Wezîrê Pêşesazî Ebdulqadir Cuxedar, Wezîrê Bazirganiya Navxweyî Mihsin Ebdulkerîm Elî, Wezîrê Dewletê Ehmed El-Bostacî, û Mihemed Kinco, Rêveberê "Rêveberiya Dadweriya Leşkerî" ya berê ya rejîmê.

Ev daxuyanî du roj berî salvegera 75mîn a Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan hat.

Di salên 2021 û 2022an de, hikûmeta Birîtanya siza li ser berpirs û kompaniyên pilebilind ên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê sepandibû, ji wan Wezîrê Derve Feysel El-Miqdad, Şêwirmenda medyayî ya Beşar Esed Lona El-Şibl û gelek berpirsên din.