Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya pêşwaziya şandeke Partiya Hevdîtina Niştimaniya Demokrat kir

Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya pêşwaziya şandeke Partiya Hevdîtina Niştimaniya Demokrat kir

PDK-S: Îro Çarşemê 28.02.2024, Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê, pêşwaziya şandeke Partiya Hevdîtina Niştimanî ya Demokrat li baregeha Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya li bajarê Qamişlo kir.

Şand ji endamên Encûmena Giştî ya Partiya Hevdîtina Niştimanî ya Demokrat Ibrahîm Şwêş, berpirsê rêveber yê Partiya Hevdîtina Niştimanî ya Demokrat Mîdas Ezîzî, Salih Cemîl Axa El-Millî, Ehmed Temir û Fayîq Şêxê pêk dihat.

Şande ji aliyê Mihemed Ismaîl Sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya, Salih Cemîl, Nafeh Ebdule, Hesen Remzî û Mihemed Salih Şelal endamê Komîteya Navendî yê PDK-Sê ve hat pêşwazîkirin.

Her du aliyan behsa peywendiyên dualî yên di navbera her du aliyan de kirin, û kar bo bihêztir kirina wan peywendiyan bi awayekî ku xizmeta doza Kurd bike kir.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî di parastina doza kurdî û parastina mafên wê yên niştimanî li Sûriyê kirin.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya Eniya Aştî û Azadiyê û rola wê di pêşxistina jiyana hevbeş ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê kirin, û kar ji bo bihêzkirina rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Eniya Aştî û Azadiyê li gorî qonaxa niha.