Rêxistina PDK-Sê ya Holendayê beşdarî di 45 saliya koça dawî ya Barzaniyê nemir de kir

Rêxistina PDK-Sê ya Holendayê beşdarî di 45 saliya koça dawî ya Barzaniyê nemir de kir

PDK-S: Li ser vexwandina Partiya Demokrata Kurdistanê, Rêxistina Holendayê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, roja Şemiyê 02.03.2024, beşdarî di bîranîna 45 saliya koça dawî ya Barzaniyê nemir, li bajarê Purmerend li paytexta Hollanda, Amsterdamê kir.

Berpirsê rêxistina Holenda û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya Ebdulbasit Hemo gotinek pêşkêşkir û tê de tekezî li ser berdewamiya peymanê, dilsozî û şopandina rêbaza Barzaniyê nemir kir.

Partî, komele û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî beşdarî di merasîma bibîranîna Barzaniyê nemir de kir.