Emerîka êrîşên ser kampên li bakurê rojavayê Sûriyê şermezar dike

Emerîka êrîşên ser kampên li bakurê rojavayê Sûriyê şermezar dike

PDK-S: Balyozxaneya Emerîka li Şamê şermezarkirina êrîşan li ser kampên penaberan li bakurê rojavayê Sûriyê dike.

Balyozxaneya Emerîka li Şamê li ser rûpela xwe li tora civakiya fêsbûk ragehand, ku ew îdaneya êrîşên metirsîdar li ser kampên penaberên li bakurê rojavayê Sûriyê ji aliyê rêjîma Esed û piştevanê wê Rûsiya dike.

Weke balyozxaneya Emerîka belavkiriye di encama êrîşê de bihtir ji 70ê kesî ku zarok di nav wande hene canê xwe ji destdane, û Emerîka daxwaza sizadana encamderan dike.

Herweha balyozxaneya Emerîka got, ku weke çawe li Ukraniya Rûsiya zanyariyên dûr ji rastiyê belav dike, li Sûriya jî heman karî dike, û guneh dixe estwê qurbaniya de û tawanên xwe perdepoş dike.

Balyozxaneya Emerîka li Şamê gotjî, ku di encama bombeyên Rûsiya û rêjîma Esede Sûriyên bê guneh têne kuştin, lewma divê derewên xwe rawestînin.