Li Dirbêsiyê PDK-S 40 rojiya Xalid Reso vejand

Li Dirbêsiyê PDK-S 40 rojiya Xalid Reso vejand


PDK-S: Roja înê 10ê Gulana 2019an de, çil rojiya endamê PDKSê “Xalid Reso” li gundê rihaniya remaka yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve,hat vejandin ji aliyê rêxistina Dirbêsiyê ya PDKSê ve.

Bi beşdarbûna partiyên siyasî, û rewşenbîr,kesayetiyên serbixwe,rêxistinên civaka sivîl,rêxistinên jinan û ciwanan.

Di destpêkê de,M.Leyla El-mele û M.Ahmed Oso bi xêr hatina mêvanan kirin, û piştre xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa azad û kurd û Kurdistan û dilovanî ” Xalid ”û Barzaniyê namir , hate rawestiyan,li gel sirûda ey reqîb.

Herwiha gotina PDKSê, hat xwendina ji aliyê M.Beşar Emîn. Û hin birûsk hatin xwendin , û piştre gotina encûmena xwecehî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê,ya bi ser ENKSê ve hat xwendina,ji aliyê M.Idrîs Xelef.
Piştre gotina rêxistina Dirbêsiyê ya PDKSê jî hat xwendin ji aliyê M.Neş’et Zaza, û gotina malbata rahmetî jî,hat xwendin ji aliyê M.Ela’elddîn Reso.