BCFê alîkariya ziyandîtiyên lehiyê li Cindirêsê kir
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) alîkarî pêşkêşî ziyandîtiyên lehiyê li gundewarê bajarê Cindirêsê yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir.
BCFê li ser rûpela xwe di tora civakî ”Facebook” de ragihand, tîmên hawarçûnê yên BCFê alîkariya ziyandîtiyên lehiyê li gundên Dîwan, Til Silor û Xirbit Elûş kir.
Tîmên dezgehê zêdetirî 60 malî ku rastî ziyanan hatibûn paqij kirin û xwarin, kelûpelên paqijkirinê û betaniyan pêşkêşî xwedanên wan malan kirin. Her weha nexwşxaneya gerok a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 16 pişkinîn û derman kirin.
Roja Înê, lehiyek bihêz li gundewarê Cindirêsê rabû, di encamê de, hejmarek darên zeytûnan hatin hilkirin, serbarê ziyanên madî ku gihîştin mal û mulkên welatiyan.