13 roj in çarenivîsa rojnamevan Berzan Hisên û çalakvan Cinêd Mecîd ne diyar e

13 roj in çarenivîsa rojnamevan Berzan Hisên û çalakvan Cinêd Mecîd ne diyar e

PDK-S: 13 roj in her yek ji Berzan Hisên, rojnamevan di Partiya Demoqrta Kurdistan - Sûriya, PDK-Sê û Cinêd Seyd Mecîd endamê encûmena herêmî ya heman partiyê, ji aliyê çekdarên PYDê li Girkê Legê girtî ne, û ta niha dengûbasên wan tune ne.

Her du navbûrî di 15 Tebaxê de li Girkê Legê yê bi ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê hatin girtin, bê ku tometek arastey wan bikin, bi şêweyekî hovane ew girtin û bin çav kirin.

Ji roja ku hatine girtin, hejmarek ji aliyên siyasî, rêxistinên mirovî bnag li rêveberiya PYDê kirine ku wan serbest berdin, lê ta niha ew bang û daxuyanî û lêdwanan paşguh kirine û çarenivîsa wan ne diyar e.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniyeke xwe de, bi tundî ev kiriya şermezar kirin, û got ku di çarçoveya siyaseta tirsandin welatiyan û tundkirina rewşa ewlehî li ser gel da ku kes bi tu liv û tevgerekê ranebe, tê, di heman demê de bang li her aliyên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan kir ku destêwerdanê bikin û rê li binpêkirin û kiryarên girtina di dermafê welatî û çalakvanan de bigirin.

Ji aliyê xwe ve kombena rojnamevanên Sûriyê, piştevaniya xwe ji hevkarê xwe re da zanîn û banga serbestberdana wî û parastina her rojnamevan û ragihandkaran kir.

Her weha, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan – Sûriya û Yekîtiya giştî ya Nivîskarên û Rojnamevanên Kurd, serbarî hejmarek ji rêxistinên mafê mirovan di daxuyaniyên cuda de, banga rêzê li karê rojnamegerî dikin û dest ji kiryarên girtinê berdin.