Daxuyaniya ENKSê derbarê civîna wê ya asayî
Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) duh daxuyaniyek derbarê civîna wê ya asayî ya ku li roja Şemiyê 25ê gulana 2024an hatibû lidarxistin belav kir.
Li gorî daxuyaniya ENKSê, nameya desteya serokatiya ENKSê derbarê karûbarên nivîsgeh ên encûmenê û çalakiyên wan li ser asta cemawerî û siyasî hat xwendin û gotûbêjkirin.
Daxuyaniyê eşkere kir ku civîn li ser rewşa xirab ya gelê Sûrî di demê ku hemû hewlên peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo kirîza Surî li gorî biryarên navdewletî tên astengkirin.
ENKSê di daxuyaniya xwe de Rêjîma Sûrî bi alozgirina hewlên peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo kirîza Surî berpirsyar dibîne.
Herwiha, behsa pêşhatên navçeyê bi berdewamiya şerê li Xezeyê û hewlên ji bo pêkanîna çareseriyeke giştî li herêmê û bidawîkirina rola hêzên tundrew hatin gotûbêjkirin.
ENKSê tekez kir ku çareseriya kirîza Sûrî girêda ye bi biryarên navdewletî ve di serî de biryara 2254.
Di wê civînê de, ENKSê binpêkirinên li dijî xelkê Efrîn, Serêkaniyê û Girê spî ji aliyê hin grûpan ve bi taybet Elemşat şermezar kir.
Herwiha daxwaz kir ku grûpên çekdar ji bajar û bajarokan bên derxistin û rêveberiya herêmê radestî xelkê wê ên resen bikin û hêsankirina vegera aware û koçkiriyan bo zêdê xwe wek destpêkek ji bo bidawîkirina van binpêkirin û êşan.
Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê êrîşên çekdarên PYDê li ser nivîsgehên Encûmenê û partiyên wê û şewitandina wan, û berdewamiya revandina endam û alîgirên ENKSê şermezar kir.
Herwiha daxwaza serbestberdaneke bilez ji revandiyan re û rawestandina van kiryarên tirsandinê û berdewamiya astengkirinê li ser azadiya siyasî û jiyana xelkê û sepandina bacan li ser wan kir.
ENKSê derbarê hilbijartinên rêveberiya PYDê got ku hilbijartin di jîngeheke ne bêalî de pêk tên û encam jî desthilata PYDê ya yekalî bêhtir dike û armanca wê têkbirina xalên ku di derbarê lidarxistina hilbijartinan di danûstandinên di navbera ENKSê û PYDê de di dawiya sala 2020an de hatin rawestandin.