Hejmara welatiyên Almanyayê bilindbûneke nû tomar dike

Hejmara welatiyên Almanyayê bilindbûneke nû tomar dike

Elmanya zêdebûneke berçav di hejmara kesên ku regeznameya wê di sala borî de wergirtin, tomar kir ku gehiştiye asteke herî bilind ji sala 2000an ve, li gorî amarên fermî.

Nivîsgeha amaran ya Federal got, "Nêzî 200 hezar û 100 kesan di sala 2023an de regeznameya Almanyayê bi dest xistine".

Herwiha eşkere kir ku 75 hezar û 500 kesan ji Sûriyê regezname wergirtin, ku Sûrî di pileya yekem de cih digrin û rêjeya wan 38%.

Nivîsgeha amaran ya Federal diyar kir ku nêzî 10 hezar û 700 kes ji Turkiyê û Iraqê ne û di pileya duyem de ne.

Ev hejmar ya herî bilind e ji sala 2000an ve ku piştî guhertina yasaya wergirtina regeznameyê li Almanyayê.