Emerîka du seko û sîstemên Hûsiyan ji nav birin

Emerîka du seko û sîstemên Hûsiyan ji nav birin

Fermandariya navendî ya Emerîkî (USCENTCOM) roja Çarşemê 29ê gulana 2024an, di daxuyaniyekê de jinavbirina du sekoyên mûşekan ragihand.

Di daxuyaniyê de, USCENTCOMê got ku hêzên Emerîkî li roja Sêşemê 28ê gulana 2024an, li Yemenê du sekoyên mûşekan li devereke di bin kontrola Hûsiyan de yên Îran piştevaniya wan dike, ji nav bir.

Herwiha diyar kir, di roja Çarşemê de 29ê gulana 2024an hêzên Emerîkî du sîstemên asmanî li deryaya Sor ku ji devereke di bin kontrola Hûsiyan de hatibûn firandin, têk dan.

USCENTCOMê serbar kir ku ev mûşek û sîstemên Hûsiyan gefeke cidî ye li ser Emerîka, hêzên Hevpeymanê û gemiyên bazirganî.

Fermandariya navendî ya Emerîkî di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku hemû rênmayan ji bo parastina derya û gemiyan dê werin standin.