Hevpeymaniya Niştîmana û Yekîtiya Ewropî pirsa penaberên sûrî gotûbêj kir
Serokê Hevpemaniya Niştimanî ya Sûriyê (Itîlaf) Hadî Elbehra li gel şandeke Yekîtiya Ewropî (YE) pirsa penaberên sûrî li seranserê cîhanê gotûbêj kir.
Elbehra li Bruksel, paytexta Belcîkayê, li gel Rêvebira Giştî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Helena Le Gall, Rêvebirê Beşê Rojhilata Navîn di Yekîtiya Ewropî de, Alesso Cappelani, û cîgirê wî Sebastien Brabant pêk dihat civiya.
Di civînê de, herdu alî li ser pirsa penaberên sûrî li seranserê cîhanê bi taybetî li Libnanê rawestiyan, Elbehra ji Yekîtiya Ewropî xwest ku fişarê li hikûmeta Libnanê bike ji bo rawestandina binpêkirinên li dijî penaberên sûrî.
Elbehra tekez kir, kirîza penaberan bêyî bicîkirina çareseriya siyasî li gorî biryara 2254 a Neteweyên Yekgirtî nayê çareserkirin.
Ji aliyê xwe ve, berpirsên Ewropî tekezî li ser pabendbûna Yekîtiya Ewropî bi piştevaniya piroseya siyasî li Sûriyê, berdewamiya sizayan li ser rêjîma Esed û redkirina asayîkirina peywendiyan bi rêjîmê re kirin.
Di vê derbarê de, Ajansa Reuters li ser zarê du jêdarên ewlehî ragihandibû: Artêşa Libnanê bêhtir ji 400 penaberên Sûriyê dersînor kirine.
Her weha, Rêxistina Lêborîna Navdewletî ”Amnesty” di raportekê ragihand, Sûriya ne aram e ji bo vegera penaberan û divê penaberên Sûrî li Libnanê werin parastin.