Pedersen: Gelê Sûrî hîn jî di nav kirîzeke kûr de dijî
Encûmena Ewlekariyê di rûniştina xwe ya mehane de roja Pêncşemê 30ê gulana 2024an, li ser dosyaya Sûrî li dar xist, û endaman guhdarî nameya şandiyê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê taybet bo Sûriyê ,Geir Pedersen kirin.
Pedersen diyar kir ku gelê Sûrî hîna jî di nava kirîzeke kûr de dijî û ev demeke dirêj e gefa parçebûn û bêhêvîtiyê dixwe û ev rewş wekû "trajîk" û "metirsîdar" bi nav kir.
Pedersen tekez kir, "Di nebûna pêvajoyeke siyasîya berfireh de, her cure neyînî zêde dibin û tekezî li ser wê yekê kir ku divê li hemû qadên li Sûriyê alozî werên rawestandin."
Pedersen amaje bi wê yekê kir, ku proseya hilbijartinê ya çaverêkirî li hejmarek ji herêmên Sûriyê ne amadeya ji bo proseyeke siyasîya berfirehe ku bibe sedema destûreke nû ya Sûriyê li ser lihevkirî ye û li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 hilbijartinên piştre bên kirin.