Ji yek malbatê 3 sivîl di êrîşeke rêjîma Sûrî de li Helebê hatin kuştin

Ji yek malbatê 3 sivîl di êrîşeke rêjîma Sûrî de li Helebê hatin kuştin

Di encama êrîşeke rêjîma Sûrî de roja Şemiyê 1ê Hezîrana 2024an, 3 sivîlan ji yek malbatê li gundewarê Helebê canên xwe ji dest dan.

Dezgeha Berevaniya Sivîl a Sûrî di raportekê de ragihand ku hêzên rêjîmê bi mûşekan 2 otombîl li bajarê Etarib li Rojavayê Helebê armanc kirin, di encamê de 3 sivîlan di nav de zarokek ji yek malbatê canên xwe ji dest dan.

Berevaniya Sivîl da zanîn, bav, kur û birayê wî li devera El-Wesata li Rojhilatê bajarl El-Etarib di êrîşa mûşekî de hatin kuştin.

Serbar kir, beriya vê êrîşê jî, rêjîmê otombîleke sivîl li ser rêya El-Etarib – Kifrniwan armanc kir û rastî ziyanên mezin hat.

31 kes hatine kuştin

Raportê diyar kir, ji destpêka 2024an ve û ta 26ê Gulanê, 31 kes di nav de 10 zarokan di êrîşên mûşekî yên rêjîma Sûrî, Rûsiya û Hêzên Sûriya Demokratîk de canên xwe ji dest dane, her weha 146 kes di nav de 54 zarok birîndar bûne.