BCFê li Efrînê alîkarî li ser zarokan hatin dabeşkirin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) roja Yekşemê 2ê Hezîrana 2024an, di kongireke rojnemvanî de ragihand ku zêdetirî 4.5 milyon Dolar di çarçoveya pirojeya "Ezîzan" de li ser zarokên sêwî hatine dabeşkirin.
Duh bi amedebûna Serokê BCFê Mûsa Ehmed û Konsulê Giştî yê Îmaratê Ehmed Elzahir, dezgehê got ku wê bi hevkariyê li gel Heyva Sor a Îmarat û xêrxwazên Kurdistanê, 4,575,145 dolarên Emerîkî li ser zarokên sêwî dabeş kirine.
Mûsa Ehmed diyar kir, projeyek wisa mezin û dîtina sêwiyan cihê şanaziyê ye ji bo hemû xelkê Kurdistanê bi taybetî BCFê ku kariye va projeya mezin bi rê ve bibe.
Xêrxwaziya Barzanî li ser rûpela xwe ya fermî got, li Efrînê 15120 Dolarên Emerîkî li ser 108 zarokên sêwî hatine dabeşkirin.