Rola avê di çîrokên Kurdî de

Rola avê di çîrokên Kurdî de

Rola avê di çîrokên Kurdî de
Qîrîn Ico

Bê guman rola avê gelek girînge li ser gerdonê, û ji bo berdewamiya jiyanê.
Av tê wateya jiyanê. Cihê ku av têde heye, avahî têde heye, ew cih gelek guherîn têde çêdibe, çi ji aliyê bajarî ve, yan civakî, hizrî, aborî, kesayetî.
Ji aliyekî din ve, gelek caran av bûye sedema şerê cihanî yê, Hîroqlîtis (1) di felsefeya xwe de dibêje: Jiyan her dem tê guherîn, mirov nikare du caran bikevê heman avê de ji ber ku guherîna jiyanê berdewam e, carna şer girîng e ji bo guherîn û pêşkeftina cihî, û hizirî, aboriya bajarên ku şer têde çêdibin, ew jî ji bo parastina jiyanê bi nerîna wî.
Lê nerîna Talîs (2) cudaye ji nerîna Hîroqlîtis, ew dibêje: Av gelek girînge di jiyanê de, av karê bi gelek şêweyan xwe biguhêre, wek mînak; av dibe dûman û dibe ba û dibe ava qeşa.
Ji aliyê derûnî ve, av bûye sedema afrandina hizrên nû, dema Froyîd(3)nexwaşiya Ez Ezî (El-Nercisiye) nas dike bi riya çîroka Narkîsos, ew jî çîrokek herî bi nav û denge, dibêjin rojekê, Narsîs diçe ber çemekî, dema li avê dimeyzîne û xwe dibîne, aşiqê xwe dibe.
Roj bi roj ji ber evîndariya xwe nesax dibe û dihele, li dawiyê li rex wî çemê dimire. Li şûna cihê wî Nêrgiz derdikeve.
Froyîd ji wê çîrokê nexwaşiya Nercisiye derdixîne, û wek nexweşiyek derûnî niha tê naskirin di saykolojiyê de.
Ji alîkî din ve, av di metelokên Kurdî de cihê xwe girtiye, gelekî bi kar anîne, wekî:
"Ji ava gişgiş netirsin, ji ava meyî bitirsin"
"Wek avê meyî ye di binre tê yekî"
"Roj wek avê ye"

Rola avê li ser çîrokên Kurdî

Av pir caran roleke sereke dilîze, di guherîna bûyerên çîrokan de, ew guherîn çêdibe ji aliyê kesayetî dema guherîn dikeve li ser qehremanê çîrokê. Carna av dibe sedema guherîna yasaya bajarekî, wekî niha ezê li ser sê çîrokên balkêş rawastim û çawa av dibe sedema guherîna bûyerê çîrokan

Çîroka yekem:
(Memê Alan) guherîna cihî
Di çîroka serpêhatiya Memê Alan, av dibe sedema yekem ji bo guherîna bûyerên cihî, dema Mem hespê bozê Rewan ji Deryayê derdixîne, ew hesp dibe hevalê Memê ji bo bighîne Zîna Zîdan, li bajarê Cizîra Botan, em bala xwe didin ku çawa di destpêka çîrokê de, bûyer di bajarê Mixribê de ye, piştre Mem ji bajarê xwe derdikeve ber bi bajarê Cizîra Botan diçe, li vê çîrokê de av rola wê girîng bû, dema Mem hespê ji avê derdixîne, paşî ew dibe havalê riya wî, eger ew hesp ji avê dernexstiba, belkî Mem ji Bajarê xwe dernediket, û lipey viyana xwe nediçû, û rastî mirina xwe nedihat, û gelekî bi nav û deng nedibû, û di bîranînên mirov de nedima.

Çîroka Duyem:
( Mîr û bajarê gencan) guherîna yasa.

Di çîroka duyemîn de av dibe sedema biryara guherîna yasayê. Dema mîr biryara kuştina kal û pîrên bajarê xwe derdixîne, ji bo bajarê xwe bi bajarê gencan bide naskirin, ji ber ku fayda kal û pîran nîne bi nerîna wî paşayî, lê tenê malbatek bavê xwe vedişêrin, heta di rojekê de gemiyek mezin di deriyayê de asê dibe ji ber ku Hûtek mezin di deryayê de nahêle kes biçe.
Heta rojek ew malbata ku bavê xwe veşartine, ji bavê xwe re dibêjin, û ew dihêle hût riya gemiyê veke. Dema bavê wê malbatê dibêje, heta hun ji vî hûtî rizgar bin dibe hun eynikek mezin deynin hember wî ew jî bitirse û bireve.
Piştî Paşe zanî xelasbûna bajar bi riya kalê bû, biryara xwe ya yasayî bi kuştina kal û pîran radike.

Çîroka sêyemîn:
(Fat sêwîkê) guherîna kesayetî.
Di vê çîrokê de av dibe sedem yekem di guherîna jiyana qehreman de ew jî Fata Sêwîk e.
Ji du aliyan ve, yek dema avê ji kaniyê vedixwe û çêlmar dikeve zikê wê de, dibe sedem ku mar roj bi roj di zêkê Fat sêwîk de mazin bibe, jinbava wê bihêle bavê wê bibe çolê nêzîkî çemekê, bihêle.
Ya duyem, dema kalek li nêzîkê wê avê rastî Fat sêwî tê û çîroka wê dizane û marê di zikê wê de derdixe. Dema ji Fat sêwîkê re dibêje: Devê xwe ber çemê avê bibe, û marê di avê de gazî marê zikê wê dike. Piştire marê zikî wê derdikeve, Fat sêwîk di nava zîv û zêran de tê xemilandin, piştire jyana wê tê guherîn.

Di dawiya her sê çîrokan de, em bala xwe didin çawa av dibe sedema guherîna jiyana Memê Alan dema Hespê Rewan ji avê derdixîne, û ji welatê xwe derdikeve ber bi bajarê Zînê ve diçe û li wir jiyana xwe jidest dide û çawa di çîroka duyem de, yasaya bajarekî tê guherîn, ku gund ji hût rizgar dibe. Di çîroka Fat sêwîkê de em dibînin jiyana wê tê guherîn, dibe xatûna bajar, ji Mîr de dizewce
Li dawî jî em li dunyayê dimeyzînin çawa av sal ji salê kêmtir dibe, gelek şer li ser Avê çêbûne, bi taybetî şerên van salên dawî

Têbînî:
*Her du çîrok min ji devê bavê xwe wergirtiye.
*Çîroka Memê Alan ji dengê Cemîl Horo min wergirtiye.
- Hîroqlîtis: Feylesofekî Igrîqî ye.
-Talîs: Feylesofekî Igrîqî ye.
-Froyîd: Feylesofekî Elmanî ye.