ENKSê û Birêvebirê Dergehê Pêşabûr çawaniya başkirina mîkanîzmeyên serdanan gotûbêj kir
Şandeke Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li gel Rêveberiya Dergehê Pêşabûr çawaniya başkirina mîkanîzmeya serdanan di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de gotûbêj kirin.
Şanda ENKSê, bi serokatiya Ced´an Elî serokê nûnertiyê, ji aliyê Birêvebirê Dergehê Şewket Berbuharî ve hate pêşwazîkirin.
Ced´an Elî behsa girîngiya bihêzkirina peywendiyan di navbera her du aliyan de kir ji bo ximeta penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêmê.
Birêvebirê Dergehê Pêşabûr kêfxweşiya xwe bi serdanê nîşan da, xizmeta ENKSê ji penaberan re bilind nirxand û tekezî li ser pêşkêşkirina asankariyan û dîtina mîkanîzmeyên baştir ji bo xizmeta penaberan kir.