Salvegera 11an ya koçadawiya xebatkar Mihemed Ebdullah Elî

Salvegera 11an ya koçadawiya xebatkar Mihemed Ebdullah Elî

PDK-S: Îro 1ê Hizêrana 2020, 11 sal bi ser koçadawiya xebatkar, welatparêz û niştîmanperwerekî Kurd re derbas dibin, ku ji biçûkaniya xwe de, tevlî rêza tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdsitanê bû, û ji ber nerîn, û xebata xwe ji aliyê rêjîmê ve dihat girtin û eşkencedan.

Xebatkar, welatparêz û niştîmanperwerê Kurd Mihemed Ebdullah Elî, di rojeke weke îro de, di 1ê Hizêrana 2009an li Şama paytexta Sûriyê çû ber dilovaniya Xwedê. Mihemed Ebdulah Elî di salên şêstiyê de tevlî tevgera Kurdî bû, û bi dilsozî û wefedarî kar û xebat ji bo doza gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dikir. Ji ber karê xwe gelek caran ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû girtin, û bi tundî hatibû eşkencedan.

Mihemed Ebdullah Elî Xebatkar, di 1991ê dema raperînê li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye, yek ji endamên komîta komkirina alîkariyan ji bo eniyên şer de bû. Ji bilî wê di gelek çalakiyan de beşdar kiribû, nexasim xwepêşandana li Şamê di sala 2002an de li pêşiya Perlemanê. Di raperîna 2004an ya li Rojavayê Kurdistanê jî bi qehremanî beşdar kir, lewma rastî girtinê hat û hat eşkencedan.

Di salvegera 11an ya koçadawiya wî de, şandek ji serkirdayetiya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê seredana mala wî kir, û behsa ked, û xebata wî hat kirin, û bi bilindî hat nirxandin.

Xebatkar Kurd Mihemed Ebdullah Elî, ji dayîkbûyê 1936an e, û ji Dêrika Berava yê Rojavayê Kurdistanê ye, li taxa Zorava ya Şamê niştecî bû û li wê derê bi xakê hat spartin.