Erebistana Siûdî 300 hezar kes dersînor kir
Wek tê zanîn Birêvebirina girseyê xemeke mezine di demsala Hecê ya salane de, ku hec yek ji pênc sitûnên Îslamê ye û sala borî ji hêla zêdetirî 1.8 mîlyon misilman ve hate
kirin, li gorî hejmarên fermî.
Li gorî heman çavkaniyê, rayedaran 171 hezar û 587 kesên din ên ku li Erebîstana Siûdî dijîn yan niştecihên Mekê ne û destûra hecê ne wergirtina wê wan piştsînor bikin..
Di 14 Hezîranê de wê heca Îsal dest pê dike.
Gelek kes hewil didin bi rêyênên ne fermî re bigerin ji ber ku wergirtina destûrên fermî, dibe ku buha be.
Hec ji bo Erebistana Siûdî çavkaniyeka dahatê sereke ye, umre û serdanên olî yên din ên seranserê salê salane bi mîlyaranan dolar tê qezenckirin.
Û ji aliykî dî ve û li gorî rayedaran, ji roja Şemiya borî ve, zêdetirî 1.3 milyon kes ji bo pêkanîna hecê gihîştine Erebistana Siûdî.