Çekdarên PYDê endamekî PDK-Sê li Girkê legê revandin
Çekdarên PYDê endamê encûmena xwecihî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya (PDK-S) li bajarokê Girkê legê yê girêdayê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê revandin.
Çekdarên PYDê bi şêweyekî hovana roja Duşemê 10ê Hezîrana 2024an, girtin li ser mala endamê encûmena xwecihî ya PDK-Sê, Mihemed Tehlo, li bajarokê Girkê legê yê ser bi devera Dêrikê ve li Rojavayê Kurdistanê revandin û birin cihekî nediyar ve birin.
Mihemed Tehlo xêzandar e û ji dayikbûyê sala 1976an e û ji gundê Cîlika yê gundewarê Dêrikê ye.
Bi revandina Mihemed Tehlo hejmara kesên ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hatin revandin di heyama Sê mehan de gihîşt 15 siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, di nav wan de rojnamevaneke jin jî heye.