Efrîn.. BCFê zêdetirî 4 hezar kes pişkinîn kirin
Nexweşxaneya gerok a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê pişkinîn û derman kirin.
Nivîsgeha BCFê ragihand, nexwşxaneya gerok a dezgehê ta niha serdana 97 gundan li navçeyên Mabeta û Raco kiriye û biryare 12ê Hezîranê dest bi gera xwe li gundên navçeya Şiyê bike.
Li gorî nîvîsgeha dezgehê, ta 10ê Hezîranê BCFê 4278 kes di nav de 1299 zarok pişkinîn kirine û derman li ser 9729 nexwşan belav kiriye.