Brîtanya: Bi hezaran cebilxane û bi sedan madeyên kîmyewî li Sûriyê winda ne
Cîgira Hevrêzkara Siyasî li Wezareta Derve ya Birîtanya, Laura Diks, tekez kir ku bi hezaran cebilxane û bi sedan madeyên kîmawî li Sûriyê winda ne, û tekez kir ku "serneketina berpirsiyaretiya rêjîma Sûriyê, metirsika navdewletî ji bo rêgirtinê li belavbûna çekên newawî têk dide".
Di daxûyaniyek teybet di civîna Encûmena Ewlekariyê ya NY de derbarê dosya çekên kîmawî li Sûriyê de, Diks got ku Brîtanya “ji bilî Encumena Ewlekariyê ti civînên din li ser çekên kîmawî li dar nekevin.
Wê diyar kir, "Mixabin, ne wisa ye. Çekên kîmyayî ne pirsgirêkeke dîrokî ye li Sûrî û got ku rêjîma Sûriyê "heta îro jî xwediyê çekên kîmawî ye û bi hezaran cebilxane û bi sedan madeyên kîmyewî hene.
Dîplomasiya Brîtanî diyar kir ku vekolîna Nîsana 2023an de yên hatine komkirin li ser Sûriya, "hebûn û bi karanîna madeyên kîmyewî bêtir tekez dike.