Saziya Şehîdên Kurdistan Sûriya di Cejna Qurbanê de serdana malbatên Pêşmergeyên Roj kir
Bi serperiştiya Nivîsgeha Pêwendiyên Niştimanî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK–S li hewlêrê, Dezgeha Malbatên Şehîdan ya Kurdistana Sûriya, roja duşemê 17hezêrana.2024an, û bi helkefta cejna qurbanê, serdana malbatên şehîdan û birîndarên pêşmergeyên roj li parêzgehên Hewlêr û Dihokê kir.
Nivîsgeha Pêwendiyên Niştimanî, tekez kir ku ev serdan nîşan didin ku PDK–S û serkirdayetiya wê piştgir û alîkarê malbatên şehîd, birîndaran û xurtkirina peywendiyên civakê geştir bike.
Ji aliyê xwe ve, Mistefa Badînî, endamê desteya bilind ya Saziya Malbatên Şehîdên Kurdistan Sûriya, ragihand: Li ser rênimayê, serpiriştiya Nivîsgeha Pêwendiyên Niştimanî,ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK–Sê, ku me di serdana xwe de,bi Rêxistinê rewşa malbatên şehîd û birîndarên pêşmergeyên Roj li kampên (Domîz û Feyda) ji bilî bajarên Dihok, Zaxoyê û War sitê serdan kirên.
Di vê çarçoveyê de, Mihemed Hebîb Qedrî, nûnerê heman Saziyê li Hewlêr ê, ragihand: Bi helkefta cejna Qurbanê ya pîroz, me serdana malbatên şehîd û birîndarên pêşmergên Roj li bajarê Hewlêrê kir, û alîkariyên curbicur yên ku ji aliyê Ofîsa Pêwendiyên Niştimanî ya partiyê ve hatibûn şandin me pêşkêşî hemû malbatan kir.
Malbatên şehîd û pêşmergeyên Roj yên birîndar kêfxweşiya xwe anîn ziman û tekezî li ser giringiya vê destpêşxeriya han kirin.