Qamişlo.. (ENKS) ji bo serbest berdana revandiyên xwe banga xwenîşandanek aştiyane li pêşiya baregeha (UN) kir.

Qamişlo..  (ENKS) ji bo serbest berdana revandiyên xwe banga xwenîşandanek aştiyane li pêşiya baregeha (UN) kir.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), banga beşdariyê di xwenîşandaneka aştiyane de, roja Duşemê, 1ê Tîrmeha 2024an, li ber baregeha Netewên Yekgirtî li kolana Siyahî li bajarê Qamişlo, ji bo serbest berdana revandiyên xwe kir.

Li jêr deqa vexwendinê ye :

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) we vedixwîne beşdarî di kombûneke xwenîşandaneka aştiyane bibin, ji bo serbest berdan û azad kirina revandiyên xwe ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hatine revandin û li dijî kiryarên çewt û xirab yên li hemberê azadiya raman û derbirînê tên bi kar anîn.

Cih : Li pêşiya baregeha Neteweyên Yekgirtî (UN) li Qamişlo, kolana Siyahî.
Roj : Duşem, 1 Tîrmeh, 2024
Demjimêr: 6 şeşê piştî nîvro.