Şandeke PDK-S serdana xwcehiya Feydê ya Partiya Demokrata Kurdistanê kir
Şandeke serkirdayetiya rêxistina Dihokê ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriya, roja Çarşemê 10 Tîrmeha 2024an, serdana baregeha komîta xwecihî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li devera Feydê kir, di wê serdanê de Şande PDK-S pîrozbahî pêşkêşî endam, laynger û kadirên Partî kir, û hêviya serkeftinê bi boneya hilbijartinên navxweyî yên ku di pêkhateyên rêxistinî de bi serketin.
şande serkirdayetiya rêxistina Dihok ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriya, bi serokatiya Mihemed Elî Îbrahîm endamê Komîteya Navendî û berpirsê rêxistina Dihokê li gel hejmarek ji endamên Encumena herêmî ya PDK-S di hat pêk anên, pîrozbahiyên gerim pêşkêşî Omer Ebdî berpirs û rêveberê nû yê hatibû hilbijartin kirin.
Ji aliyê xwe ve Mihemed Elî Îbrahîm spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî birayên Partiya Demokrata Kurdistanê kir, ne xasim ji bo xizmetin wan ji Kurdên Sûrî re, ku ev yek jî nîşana dilpakî û durustiya wan nêzîk tir dikê li ser rê û rêbaza Barzanî yê nemir de.