Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan: efserên hêza rejîmê,ligel hêzên QSDê seradana xalên leşkerî li sînorê Sûrî-Tirkî li gundewarê Hesekê kirin
Li gorî Toreya rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan: “Şandeka ji efserên hêza rejîma Sûrî, gihîştin xalin leşkerî yê li ser sînorê di nabîna bakurê Sûriya û yên di bin kontrola Hêzên QSDê de.
Rewangehê diyar kir: “Şandê ligel du otombîlên hêzên rejîmê sûrî û QSD`ê geriyan li ser xalên leşkerî yên rejîmê, li rojhelat û rojava yê Dirbêsiyê, heta gundê El-Esediyê, li gundewarê bajarê Hesekê, ji bo kontrolkirina sînorên xwe bi Tirkiyeyê re."
Herwiha Toreyê destnîşan kir: "Ev gera yekema di vê salê de, ku tê de hêzên rêjîmê bi serê xwe, bê hêzên Rûsî re xalên xwe yên leşkerî li ser sînorê bi Turkiyê re serdan dikin."
Di tîrmeha sala borî de, Rewangeha Sûrî çavdêriya 3 otombîlên serbazî yên Rûsî kirin, ligel otombîleke Nivîsgeha Têkiliyên Hêzên Sûriya Demokratîk û tirimpêlek leşkerî ya hêzên rêjîmê, ku li ser xalên leşkerî yên hêzên rêjîmê li ser bejahiya rojava û rojhilatê Dirbêsiyê, li bakurê Hesekê, ya li ser sînorê Sûriya-Turkiya xalên leşkerî hatin bi hêzkirin û bi lojîstiyek mezin hatin dabînkirin.