Rêxistina Ewropa ya PDK-S'ê sersaxiyê li malbata Mihemed Salih Xelîl dike
Îro roja yekşemî 28 tîrmeha 2024an, serkirdayetiya Ewropa ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, sersaxiya endamê berê yê buroya siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê Mihemed Salih Xelîl kir.
Di wê sersaxiyê de, serkirdayetiya Ewropa, diyar kir": Mihemed Salih Xelîl yek ji serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ye, ji salên heştêan ve tevlî refên Partî bibû, ji sala 2007ê ve di hat hilbijartin wek endamê polût buroya siyasî ye PDK-Sê".
Herwaha serkirdayetiya Ewropa de nîşan û got: "Mihemed Salih Xelîl, di sala 1953'an de li bajarê Nazeh yê Efrînê ji dayik bûye, û Ji destpêka ciwaniya xwe ve tevlî refên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya di bu û di dêvajwya jiyana xwe yesiyasî de, wek endamê Komîta Navendî cih girt, û di kongirê Dehemîn de, ku di destpêka Hezîrana 2007 de hat lidarxistin, wek endamê buroya siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya hat hilbijartin, ta sibeha roja Şemiyê 27 Tîrmeha 2024an, li Nexweşxaneya Solingen ya Almanyayê, ji ber pirsgirêkek tenduristiyê koça dawî kir".