Malbata Mihemed Salih Xelîl spasiya serkirdayetiya PDK-S'ê dike

Malbata Mihemed Salih Xelîl spasiya serkirdayetiya PDK-S'ê dike

Malbata xebatkarê koçbarkirî Mihemed Salih Xelîl spasnameyek di roja sêşemê 6 Tebaxa 2024an, ji sekretêr û serkirdayetiya PDK-Sê re şand

Deqa spasnameyê

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyê re.
Rêzdar berêz Mihemed Îsmaîl û serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya.
Em kur û keç û hevjîna Mihemed Salih Xelîl û bi navê malbata xwe, spasiya we, û spasiyên xwe ji bo piştevaniya we hêjayan, di dema koça dawî ya xwedê jê razî de tînin ziman.
Piştevaniya we û serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, em gelekî kêfxweş bûn bi pabendbûna we ya qedir giran bi malbat û xema me re, baweriya me bi nerx û prensîpên ku bavê me danîn bû, piştrast kir.
Em weke kur û keç û hevjîna xwedê jê razî, em dixwazin bidin zanîn ku em jî wek bavê xwe şopdarên rêbaza Barzanî ya nemir bûn û heta nefesa dawî emê li ser rêya Kurdayetiyê berdewam bin.
Piştgiriya we ne tenê xemgîniya me sivik kir, lê di heman demê de biryardariya me ya ji bo kar û xebata hêja yên ku bavê me jê re radiweste jî xurt kir.
Bi rêz û hurmeteke ji dil
Malbata xebatkar Mihemed Salih Xelîl
06\08\2024