Tirkiyê bê destûrekî nû ji Sûriyê venakişe

Tirkiyê bê destûrekî nû ji Sûriyê venakişe

Wezîrê Bergiriya Tirkiyê ragihand, bê nivîsandina destûrekî nû ew ji nava xaka Sûriyê venakişin.

Wezîrê Bergiriya Tirkiyê Yaşar Güler ji ajansa "Reuters" re eşkere kir, artêşa welatê wî ji xaka Sûriyê venakişe heta dema destûrekî nû ji bo Sûriyê were nivîsandin û hilbijartin birêve biçin.

Herwiha Yaşar Güler got,"Dibe civîneke dualî li ser asta wezîran ligel Sûriyê wek carên berê li Mosko yan cihekî din encam bidin"

Ev demeke behsa normalkirina pêwendiyên Tirkiyê û rejîma Sûriyê tê kirin, û vê mijarê karvedanên mezin li pey xwe ve anîne.