Pedersen di civîna bi Desteya Danûstandinan re dilgiran bû
Desteya Danûstandinan ya Sûriyê li Cinêvê civînên xwe yên asayî lidar dixe ku heta 15ê vê mehê berdewam dikin û di çarçoveya civînan de rewşa proseya siyasî û bandorên heremî û navdewletî li ser dosya Sûriyê têne gotûbêjkirin.
Îro jî, Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê Geir Pedersen ligel endamên Desteya Danûstandinan ya Sûriyê civiya.
Di civînê de, Geir Pedersen eşkere kir, "Ti guhertin di nerîna welatên Ewropa derbarê dosya Sûriyê de çê nebûye, û ragihand dê guhertineke bingehîn jî di helwesta Yekîtiya Ewropa de çê nabe"
Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê tekezî li ser giringiya dubare destpêkirina civînên Komîteya Destûr kir û got,"Pêwîste danûstandinên Sûrî- Sûrî hebin di navbera Desteya Danûstandinan ku nûneratiya Opozîsyonê dike û Rejîma Sûriyê"
Di beşekî din yê civînê de, Geir Pedersen dilgiraniya xwe ji tundiya şerê berdewam yê Sûriyê nîşan da, û daxwaz ji hemû aliyan kir şer rawestînin kar ji bo çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gor biryara 2254 ya navdewletî bikin.