PDK-Sê pîrozbahiyê li Serok Barzanî û PDKê dike

PDK-Sê pîrozbahiyê li Serok Barzanî û PDKê dike

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê, bi boneya 78'emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrata Kurdistanê kir.

Deqê Peyamê:

Cenabê Rêzdar Serok Mesûd Barzanî
Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê

Rêz û silav,

Em bextewer û kêfxweş in wek serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya, dilsoztirîn pîrozbahiyan arasteyî cenabê we bikin, bi boneya 78'emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrata Kurdistanê ku di 16ê Tebaxa sala 1946'an de bû, û hevdem bû ligel jidayikbûna cenabê we ya pîroz, û di rêya we de rêz û pêzanînên xwe pêşkêşî serkirde, kadirên partiya bira û hemû endam û cemawer û Pêşmergeyên qehreman, û malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê bi hemê pêkhateyên xwe dikin, û temen dirêjiyê ji cenabê we re dixwazin, û ji gelê Kurdistanê re pêşkeftin û serkeftineke zêde û bicihanîna armancên wî di rizgarî û geşepêdanê de dixwazin.
Ji cenabê we re tekez dikin, em şanaziyê bi pêwendiyên dîrokî ligel partiya we ya bira dikin, ew partiya li ser destê Barzaniyê Nemir hatiye avakirin û sitûnên wê hatine danîne, û em şerefmend in dilsoziya xwe bi Rêbaza Kurdayetiyê Rêbaza Barzaniyê Nemir nû bikin, û em di xebat û dilsoziyê de berdewam in ji bo doza gelê xwe di rizgarî û pêşketinê de.
Pîrozbahiyên xwe yên germ ji bo partiya bira dubare dikin, û hêvî dikin serkirdayetiya we ya hekîmane berdewam bilind û serkeftî be.

Komîteya Navendî
Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya