HRW radighîne grûpên ser bi PYDê ve di çekdarkirina zarokan de berdewam in
Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragihand, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya ser bi PYDê ve zarokan li Kurdistana Sûriyê tevlî grupên çekdar dike.
Li gorî Human Rights Watch, Ciwanên Şoreşger hejmarek kur û keçên 12 salî ji malbat û dibistanên wan revandine û ew tevlî grupên çekdar kirin û rê nade ku malbatên wan pêwendiyê bi zarokên xwe re bike.
Cîgirê Rêveberê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di wê rêxistinê de Adam Coogle got: "Tevî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) soz daye ku hemû cureyên çekdarkirina zarokan bi dawî bîne, lê proseya çekdarkirina zarokan berdewam e û ev yek xemsariya HSDê di vî warî de nîşan dide.
Coogle got jî: "Divê HSDê tedbîrên lezgîn û bi biryarê bide, da ku hemû komên ku li herêmên di bin kontrola wê de tevdigerin, pabendî biryaran bibin û zarokan biçek nekin."
Di raporta HRW hat: "Tevgera Ciwanên Şoreşger tevî ku ne komeke çekdar e jî, lê bi awayekî kûr di nava pêkhateyên siyasî û leşkerî yên Rêveberiya Xweser de cih digire û zarokan tevlî komên çekdar ên girêdayî HSDê dike. "