Şêwermendekî Îranî li Sûriyê hate kuştin

Şêwermendekî Îranî li Sûriyê hate kuştin


Ajansa fermî ya Îranê belav kiriye, yek ji şêwermendên Îranî di êrîşeke Israîlê li ser Şama paytexta Sûriyê hatiye kuştin.
Li gor wê ajansê, navê wî şêwermendî Macid Dîwanî ye, û berya sê rojan di êrîşê de birîndar bibû, û îro ji ber giraniya birînên wî canê xwe jidest dabû.
Roja Duşema derbasbûyî, Artêşa Israîlê avahiyeke sê qatî li taxa Mezê ya Şamê kiribû armanc.