Salvegera koça dawî ya Dr. Nûredîn Zaza
PDK-S
Dr. Nûredîn Zaza serokê yekem partiya Kurd li Kurdistana Sûriyê, di sala 1919'an de li Palo li nêzîkî Amedê Kurdistana Tirkiyê jidayik bûye, û ji ber ku malbata wî di sala 1925'an de tevlî şoreşa Şêx Seîd Pîran li Bakurê Kurdistanê bibû, bavê wî Yûsif û birayê wî Dr. Nafiz ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatibûn girtin, û piştî ku ew serbest hatibûn berdan, Dr. Nûredîn Zaza ku wê demê temenê wî 7 sal bûn, li gel birayê xwe Dr. Nafiz hatibûn Kurdistana Sûriyê û li bajarê Qamişlo bicih bibûn.
Dr. Nûredîn Zaza xwendina xwe ya destpêkî heya bekaloriya li Sûriyê xwendibû, û pişt re berê xwe dabû welatê Îraqê û li Bexda di sala 1944'an de demekê hatibû girtin, piştî serbestberdana wî li Îraqê, wî di sala 1945'an de berê xwe dabû welatê Libnanê û li Beyrûtê xwendina xwe ya bilind di beşê zanistên siyasî de li zanîngeha Frensî bidawî kiribû, û di pişt re, Dr. Nûredîn Zaza di sala 1949'an de berê xwe dabû welatê Siwîsera, û li wir xwendina xwe ya Diktora di felsefe û zanista civakî de li zanîngeha Lozanê qedandibû, û bawernameya Diktora di sala 1956'an de bidest xistibû, herweha di dema xwendina xwe de li Ewropa, Dr. Nûredîn Zaza Komeleya Xwendevanên Kurd li Ewropa di sala 1949'an de ava kiribû, û ligel hin hevalên xwe, Kovara Dengê Kurdistan derxistibû.
Piştî ku Dr. Nûredîn Zaza vegeriyabû Kurdistana Sûriyê, û ligel mamostayetiya xwe ya li Zanîngeha Şamê di warê felsefê û perwerdeyê de, wî piştgiriya damezirandina yekem partiya Kurd bi navê Partiya Demokrat Kurdistan Sûriya kiribû.
Dr. Nûredîn Zaza di tomareke xwe ye dengî de dibêje, ku di dema damezirandina yekem partiya Kurd li Kurdistana Sûriyê, hikûmeta Sûriyê ew tohmetbar dikirin ku ew dixwazin Sûriyê perçe bikin û dewleteke Kurdî ava bikin.
Dr. Nûredîn Zaza dibêje, ku piştî dadgehkirina wan, hikûmeta Sûriyê têgihişt ku wan tenê partiyeke Kurdî ava kirine, û daxwaza wan ne perçekirina welatê Sûriyê ye, û wan tenê dixwest miletê xwe hişyar bikin, û ji bo azadiya Kurdistanê bixebitin.
Dr. Nûredîn Zaza di sala 1960'î de ligel hin hevalên xwe ji aliyê hikûmeta Komara Erebî ya Hevgirtî ve, ya di navbera Sûriyê û Misrê de hatibûn girtin, û ji ber xebata xwe siyasî ew demekê ji bo parêzgeha Siwêda li Sûriyê hatibû sirgûnkirin.
Dr. Nûredîn Zaza di berevaniya xwe de li hember dadwerê Dadgeha Ewlekariya Dewleta Sûriyê gotibû: (divê ku hun rastiya hebûna miletê Kurd li ser axa xwe li Bakurê Komara Erebî ya Yekbûyî bizanibin, ku ji mêj ve ta niha bi birayên xwe yên Ereb re dijî, û ew miletekî xwedî ziman û filiklor û dîrokeke taybete, û girêdana wî bi van tiştan de, nebûye cihê jihevçûn û nexweşiyê di navbera Kurd û Ereban de).
Di sala 1962'an de, Dr. Nûredîn Zaza wekî nûner ji ber partiya xwe ve, tevlî hilbijartinên parlemantoya Sûriyê bibû, lê ji ber nîr û mercên wê dem û qonaxê, ew di hilbijartinên parlemantoya Sûriyê de biser neketibû, û di pişt re di sala 1963'an de ew ji partiya xwe dûrketibû, ew jî bibû sedem ku Dr. Nûredîn Zaza di sala 1966an biçe Libnanê û li wir jî demekê hatibû girtin, û di sala 1967'an de ji Libnanê û Sûriyê û Kurdistana Sûriyê derketibû û berê xwe dabû Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, û pişt re di sala 1970'î de careke din çûbû Siwîsera û li wir jiyana xwe berdewam kiribû.
Kar û xebata Dr. Nûredîn Zaza ne tenê di warê siyasî de bû, wî di warê rewşenbîrî de jî kar dikir û xwedî gelek berhem bû, gelek nivîs û çîrokên wî di Kovara Hawarê ya Mîr Celadet Bedirxan de hatine weşandin, û hin pirtûkên wî jî hatine weşandin, û ji wan jî: Şerê Azadî, Memê Alan, Keskesor pirtûka kurteçîrokan ji aliyê weşanxaneya Nûdemê ve hatibû weşandin, û pirtûkek jî bi navê Bangek ji bo Miletê Kurd di sala 1982'an de belav kiribû, û pirtûka Şivanê Kurd ya Erebê Şemo jî wergerandiye, herweha hin nivîsên wî jî hîn nehatine weşandin.
Dr. Nûredîn Zaza ji keçeke Siwêserî zewicî bû, û lawekî wî bi navê Şengo heye. Di roja 7'ê Cotmeha sala 1988'an, Dr. Nûredîn Zaza di temenê xwe yê 69 salî de li welatê Siwîsera jiyana xwe ji dest dabû, û li goristaneke bajarê Lozanê bi xakê hate spartin.