Hejmara Libnaniyên derbasî Sûriyê dibin roj bi roj zêde dibe

Hejmara Libnaniyên derbasî Sûriyê dibin roj bi roj zêde dibe

PDK-S
Ji destpêka êrîşên Israîlê bo ser Beyrût û başûrê Libnanê, zêdetirî 86 hezar Libnanî derbasî Sûriyê bûne, û hejmara ew welatiyên Sûrî yên vedgerin jî gihiştiye 233 hezar kesan.

Li gor Rêveberiya Koç û Pasportan ya rejîma Sûriyê Doh, roja Yekşemê 3651 Libnanî, û 5317 Sûrî derbasî Sûriyê bûne.

Berî niha, Komisyarê Neteweyên Yekgirtî Filippo Grandi ragihandibû, ji dema destpêkirina êrîşên Israîlê, 100 hezar Libnanî ji ber şer reviyane û berê xwe dane Sûriyê.