Çilrojiya şehîd Ebdul Mecîd Hemê li Faydiyê bi rê ve çû
PDK-S: Dezgeha Pakrewanên Kurdistan - Sûriya şaxê Herêma Kurdistanê bihemahengî bi rêxistina Duhokê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya re çil rojiya şehîdê pêşmerge Ebdul Mecîd Hemê li kampa Faydê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê lidarxist .
Di merasêmê de şandek ji Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-S, şandek ji hêzên pêşmergeyên leşkerê Roj û penaberên Rojavayê Kurdistanê amede bûn.
Di heman merasîmê de gutina partî ji aliyê endama Komîta Navendî ya PDK-S Hiyam Ebdulrehman hate xwendin piştre hin helbest hatin pêşkêşkirin.
Şehêdê pêşmerge Ebdul Mecîd di 26 Nîsana bûrî de li di dema hewl dida kurên xwe rizgar bike binav bû û şehîd bû.