Malbanda Ekrem El-Mela 1em salvegera koçbarkirina wî li Qamişlo vedjîne

Malbanda Ekrem El-Mela 1em salvegera koçbarkirina wî li Qamişlo vedjîne

PDK-S: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê salvegera Yekem ya koçbarkirina serkirdeyê kurd Ekrem El-Mela dê were vejandin .

Malbenda Ekrem El-Mela ya rewşenbîrî vexwendinek belav kir têde got, ku ewê salvegera Yekem ya koçbarkirina nivîskar û mediyakarê kurd Ekrem El-Mela endamê desteya rawêjkarîyê ya PDK-Sê li bajarê Qamişlo vejîne.

Li gor heman vexwendinê bîranîn roja Înê demjimêr 3piştî Nîvro li ofîsa PDK-Sê ya Rojavayê Qamişlo dê wer vejandin.

Xebatkar û mediyakar Ekrem El-Mela endamê ragihandina navendî ya PDK-Sê roja 17 Berçileya 2019an di encama kirîzeke dil li Şamê koça dawî kir.