Ofîsa jin û zaroktiyê ya ENKSê civîna xwe ya normal li dar xist
PDK-S: Li bajarê Qamişlo ofîsa Jin û Zaroktiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya normal lidarxist.
Bi amadebûna hemû endaman ofîsa Jin û Zaroktiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya normal lidarxist û têde rewşa rêxistinî ya ofîsê û çawaniya pêşketina wê gengeşe kirin.
Herweha behsa rewşa siyasî û pêşhateyên nû li deverê û danûstandinên kurdî kurdî kirin.
Di dawiya civîna ofîsa jin û zaroktiyê ya ENKSê de behsa pêşniyar û çalakiyên di qonaxa bê de hate kirin.