46 sal li ser şehîdbûna xebatkar Leyla Qasim re derbas dibin

46 sal li ser şehîdbûna xebatkar Leyla Qasim re derbas dibin

PDK-S:Îro Sêşemê 12 Gulanê 2020, 46 sal li ser şehîdbûna xebatkar Leyla Qasim re derbas dibin, ku di sala 1974an bi destê rêjîma Basa Iraqî hate lidarvekirin û şehîdkirin.

Ciwan û xwendekar, rewşenbîr, xebatkar, tokoşer û şoreşger, û pakrewana qedirbuhaya Kurd Leyla Qasim di rojeke weke îro de, 12 Gulana 1974an, bi destê rêjîma Basa faşist ji bir xebata wê şehîd bû.

Pakrewan Leyla Qasim Melikşahî Feylî di 27ê Berçileya sala 1952an de, li gundê Misfa yê ser bi bajarê Xaneqîn ve ji dayîk bûye, û xwendina xwe ya seretayî û navendî li wê derê berdewam kiribû.

Dalaho Qasim bavê wê wek karker li bajarê Xeneqînê yê Herêma Kurdistanê de kar dikir, û piştî xaneşînê berê xwe da Baxdayê. Li wê derê Leyla Qasim xwendina xwe di kolîje Wêje beşê Zanista Civakî xwend, û di karê rojnamegeriyê de kar kir.

Pakrewana kurd di despêka jiyana xwe de di Partiya Demoqrata Kurdistanê PDKê de, xebata xwe kir û bi çalakiyan radibû.

Di salên 70î de, bi çalakiyên xwe yên siyasî li dijî Hikûmeta Basa faşist rabû, û rastî gelek astengiyan dihat.

Ji ber xebat û çalakiyên wê, di 26ê Nîsana 1974an de, bi dergistiyê xwe Cewad Hemawendî û hijmarek ji rêhavalên xwe re, wek Nerîman Fûad Mistî, Azad Silêman Mîran, Hemereş û Hesen Mihemed Reşîd hatin binçavkirin.

Di yekem serdana malabata wê ji bo Leyla di zîndanê de ji malbata xwe xwest di seredana bê de ji wê re cobir û kincên nû bînin.

Di dema malbatê ew tiştên xwestine jê re anîn bi cobirê hin bisk ji porê xwe birî û diyarî da xweşka xwe, da ku bibe bîranîn li ser tekoşîna wê û rûbirûbûna mirin û sitemkaran re.

Derbarê kincên nû, Leyla ji xwişka xwe re got ku, piştî çend rojan ew dê bibe bûka Kurdistanê lewma divê ew bi şêweya herî rind û ciwan hembêza axê bike.

Di dema zîndanê de, rastî gelek stem û eşkenceyê hat, û her dem di rûyê dujminan de diqîrand, ku ew weke her dilsoz û wefedarekî ye, ku xwîna xwe kirin qurbanî, da ku li hember sitemkariya ku li hember kurdan têne encamdan rawestiyane, wek kesên ku rastî zîndan û kuştin û koçkirin hatine.

Eşkenceya ku rastî hatiye xirabtirîn eşkence bû, ku çavê wê derxistin û laşê wê ji lêdanê reş kirin û ji şêwe xistin.

Di 12ê Gulana 1974an, pakrewan Leyla û dergistiyê wê re rastî dadgeheke ne fermî û ne yasayî hatin û bi hovane hate bi dar vekirin û şehîd bû.

Di duyem roja şehîdbûnê, termê wê yê pak ji bo malbatê hate radestkirin, û bi cil û bergên xwe yên kurdî li bajarê Necef li goristana Wedî EL Selam dûr ji cî û warê xwe bi xak hat spartin.

Li seranserî Kurdisatnê her sal di 12ê Gulanê de, Kurd pakrewana leheng û gernas Leyla Qasim tînin bîra xwe û rol, bandor û tekoşîna wê bi serbilindî û serfirazî tê behskirin û kurzek helbest û stran li ser hatine gotin.

Di dîroka Kurdî de bi sedan jin serpêhatiyên xwe di dîrokê de tomar kirine, û herdem ji civakê re tekez kirine ku jin di her tiştekî de ne kêmtirin ji mêran û ew jî dikarin rola xwe bilîzin.