Nêçîrvan Barzanî: Cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh li birayên Xrîstiyan pîroz dikim

Nêçîrvan Barzanî: Cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh li birayên Xrîstiyan pîroz dikim

PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema jidayikbûna Hezretê Mesîh û Krîsmasê, pîrozbahî li Civaka Xrîstiyan kir û got, dê Herêma Kurdistanê herdem wekî cihê pêkvejiyan, lêborîn, wekhevî û aştiyê ji bo hemû pêkhateyan dimîne û ji bo aştî û aramiya herêmê jî dê hewlên xwe bidomîne.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje; “Cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh û Krîsmisê, bi germî li xwişk û birayên Xrîstiyan li Herêma Kurdistanê, Iraq û li her dereke cîhanê ku ev cejn tê kirin pîroz dikim, cejneke xweş û aramiyê ji wan re dixwazim û hêvîdar im ev cejn xêr, xweşî, aramî û aştiyê bi xwe re bîne ji hemûyan re."

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Xrîstiyan li Herêma Kurdistanê, pêkhateyeke resen a welat in û herdem bi pêkhateyên din re rola wan di parastin, avakirin û pêşxistina Herêma Kurdistanê de heye. Cejin û helkeft û boneyên Xrîstiyanan yên hemû pêkhateyên Kurdistanê ne û ev cejin li hemûyan pîroz be.