PDK-Sê li ser parastin û rizgariya Kurdistana Sûrî ava bûye

PDK-Sê li ser parastin û rizgariya Kurdistana Sûrî ava bûye

PDK-Sê li ser parastin û rizgariya Kurdistana Sûrî ava bûye

Mahir Hesen

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, li ser azadîxwazî û kurdîtiyê , li ser parastin û bihêzkirin û rizgariya Kurdistana Sûrî ava bûye , bi destveanîna wan armancên ku diber de rastî gelek işkence û lêdan û bin çav kirinê hatin . PDKS pêwîstiyeke dîrokî bû, ku dengê serfirazxwaziyê yê gelekî bêziman bû li Kurdistana Sûrî . PDKS û avakirina wê ji bo ku netewa me bibe xwedî pêgeheke hêjayî li nav hemî Netewên cihanê de û dijî bindedtiyê wek çiyakî asê û bilind rawestiya . PDKS bi ramana rêbaza Berzaniyê nemir û bi sûdwergirtinê ji şoreşgêrên neteweya me ji Pêşmergên dilêr û mêrxas , hat avakirin .

Bi rêya xebata siyasî û sivîl û miletî Çarçoveyek ji bo Kurdiyên rojava vejand û tevlî hemî mala bû û karî bû wa bike yek dest di xebatê de .

Bi vêxistina birûska Şoreşa Sûrî dijminên Kurdaiytiyê berê xwe dane Endam û Serkirdeyên PDKS , ji ber xweş dizanin ku piştevaniya gelê Kurd bo PDKS û pêşrewiya wa ye bo tevgera bizava rizgarîxwazî li nav miletê Kurd e ye , lewma rastî revandin û binçav kirin mîna Xebatkar û Endezyarê Partî Behzad Dorsin û gelek endamên din jî , û ji alîkî din ve Kuştin mîna Pakrewan Nesirdîn Birhik Endamê Pîlotbîroya Partî Demokeratî Kuristan Sûriya . Armanca barbarên xwe firoş û bassiyan ew bû ku Hêvî û Omîdpn miletê Kurd tevî bi PDKS vemirine , lê Partî qonax bi qonax , Gav bi Gav , û bêwest tevî hemû astengî û girêkan PDKS kariye serkêşiyê bike di meydanê de bo Miletê xwe .

Ew tirs û sehwa ku dijmin dixwaza têxe nav Endamên PDKS de dibe hêz û ji her demekê zêdetir bergîriyê dikin bo mafên gelê Kurdistana Sûrî , û PDKS nehişt armancên wan kesan yên ku dixwestin Rayê Kurdaytîyê biqetînin bicîh bên û nehişt hebûna yasayî û yan jî Kurdistana me jinav biçe , û hember guhertina demografiya deverên Kurdî rawestiya ye .

PDKS qet ji geşkirina Mafên Kurdan paş venegeriya ye û navegere , û xizmetkirin bo Jiyanek hêja peyda bike , û pêşî ji vê yekê were girtin ku Kurd rastî karesatan nebin û çarenivîsa wa diyar bibe