Newroz Nîşana Serbestî û Azadîya ji Bindestî û Stemkariyê ye

Newroz Nîşana Serbestî û Azadîya ji Bindestî û Stemkariyê ye

Newroz Nîşana Serbestî û Azadîya ji Bindestî û Stemkariyê ye
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Cejna Newrozê, cejna roja nû, li tevaya gelê sûrîyê bi taybetî gelê kurd yê ko ev cejin helkefteke giring e di kultura û civaka wî de, pîroz dike.

Newroz sertaserî dîrokê nîşana azadîya ji bindestî û stemkariyê ye, û tevlî ketwara dijwar ya ko şoreşa me têre derbas dibe, lê gelê sûrîyê bi hêvî û armancên xwe yên pêkvejiyana di welatekî bê stemkarî û serkutkirin û tewankarî de pabend e, û tekeziyê dikin ku hêviya wan di mirovên xwedîkarîn de heye ji bo avakirina ayindeyekî hevbeş, ew hêviya ku hêza xwe ji rewabûna azadî û rûmetê werdigire, herweha ji wê baweriya ku serkeftin û maf ji hev cuda nabin, çendî hêzên stemkar dijî wî pişta hev bigirin.

Têkoşîna sûriyan ji berê de û ta niha hevkok e li gel giyanê Newrozê û wateya wê ya rizgarbûna ji stemkariyê û sepandina azadî û aştiyê, û pirojeyek ji bo parastina mafên siyasî û civakî û çandî û ayînî ye, û parastina kultura şaristanî ya welatê me, û divê em tev di wê baweriyê de bin ku têkoşîna ji bo dabînkirina mafê tevaya hevbeşên welat, garantiya rastyeqîn ji Sûriya nû re ye.

Şikodarî ji pakrewanan re,

Saxbûn ji birîndaran re,

Azadî ji girtiyan re,

Sûriya û gelê xwe bi azadî û serfirazî bijîn.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Beşê Ragihandin û Peywendiyan

20 adar 2020