Diktor Ebdulhekîm Beşar gotarek dibin navnîşana cihê doza kurdê Sûriyê di Istratîciyeta Emerîka de çîye nivîsiye

Diktor Ebdulhekîm Beşar gotarek dibin navnîşana cihê doza kurdê  Sûriyê di Istratîciyeta Emerîka de çîye nivîsiye

Diktor Ebdulhekîm Beşar gotarek dibin navnîşana cihê doza kurdê Sûriyê di Istratîciyeta Emerîka de çîye nivîsiye

Cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê Diktor Ebdulhekîm Beşar , di gotara xwe de wiha nivîsiye , di destêpka şoreşa Sûriyê Emerîka piştevaniya miletê Sûriyê kir û daxwazên wê bi meşrû'yet wesf kir, û piştevaniya oposzyona Sûriyê kir, û hewla yekrêziya wê da, ji A'lan Dîmeşq bigire , hevgirtina Niştîmanî Demokratî û heta tevgera niştîmanî kurdî , lê hemî hewlên Emerîka derbarê yekrêziya opozsyonê de armancên xwe bicî ne anî û opozsyonê rijdbû li ser parçebûnê , lê Istratîciyeta Emerîka derbarê helweşandina rêjîma Esed de tevil hev bûn û û nezelal bûn .

Di gel pêşveçûna kirîza Sûriyê û zêdebûna karekterên navxwe û ji derve û guhertinek bingehînî di mesara şoreşa Sûriyê derket , derketina girûpên terorîstî ji aliyekî ve û destêwerdana Îran û girûpên çekdar bi ser ve û Rûsyê û piştevaniya wan ji rêjîma Esed re ji aliyekî din ve , lewma doza Sûriyê bû dozeke Navdewletî îdî nema doza miletekî şoreşgêr û rêjîmeke diktator lê doza Sûriyê derbasî Qada Navdewletî bû, û îdî meram û armanc û Istratîcîyeta Emerîka jî eşkere bû, û ji sîmayên Istratîcîya Emerîka , rijdbûna Emerîka û di gel wê hevpeymaniya Navdewletî li ser şikandina rêxistina teroristî DAIŞê awayekî leşkerî û nehiştina dûbare komkirina wê û rijdbûna Emerîka li ser derxistina hemî hêzên Îranî û mîlîseyên bi ser Îranê ve di qada Sûriyê de, û hemahingiya Emerîka di gel gelek aliyan ji bo cîbicîkirina vê Istratîciyê û herweha Emerîka çareseriya leşkerî ji doza Sûriyê re red kir, û kar li ser dîtina çareseriyeke siyasî li gor biryara Encûmana Asayşa Navdewletî û Netewên Yekgirtî 2254 û danûstandinên cinîv kir .

Herweha Emerîka dubare avakirina Sûriyê red kir bê ku peydakirina çareseriyeke siyasî temam û her destpêşxeriyeke di vê derbarê de .

Herweha diktor amaje bi wê yekê kir, ku kurd divê daxwaza gerentiyê derbarê mafên xwe yê destûrî de li Emerîka û hêzên niştîmanî û demokratî Sûriyê bike
.
Emerîka fişareke mezin aborî dike ser rêjîmê di rêya sizayên aborî re û gelek kesayetên rêjîmê jî û cîbcîkirina yasaya Qeyser ya ku biryare di miha Temozê de were cîbicîkirin wê gelek bi bandor be li ser rêjîmê û hewiha li ser piştevanên wê Rûsya û Îranê jî .

Tevî van xalan hemiyan lê hinek alî di Istratîciyeta Emerîka de nedyarin mîna gelo Emerîka bicdî çarseriyek nêzîk ji şoreşa Sûriyê re dixwaze yan hêjî siyaseta rêvebirina kirîzê dide meşandin û binavkirina rikberên xwe bihtir di gola kirîza Sûriyê de, da ku rikberên wê bihayeke aborî mezin bide , Emerîka çi cure çareseriyeke siyasî dixwaze , gelo nemana rêjîma Esede bi hemî kesayetên xwe ve û peydakirina alternatîveke demokrat rengaûreng yan jî çarseriya siyasî bi nerîna Emerîka bejdarbûna rêjîm û opozsyonê di yek hikûmetê de yan jî Emerîka tenê dixwaze hinek kesayetiyên bi bandor di rêjîma Esed de bi guhere û dil û hinavên rêjîmê bihêle ????

Herweha diktor pirsyar dike û dibêje cihê kurdên Sûriyê di Istiratîciya Emerîka de çîye? Gelu li ser Emerîka erke kurdan biparêze û kar li ser gerentîkirina mafên wan di destûra Sûriyê de bike yan jî beşek ji kurdan tenê mîna leşkerên li ser daxwaza cîbcîkirina Istiratîciya Emerîka li beramber pere û çekan kar ji bo Emerîka dikin wek çawe serokê emerîka Donald Tramp bi eşkere di bersiva rojnamevanekî de raghandibû . Dema ku sala 2018 de Koçka Spî xwestibû hêzên xwe ji Sûriyê bikşîne ? Gelo em hemî kurdên Sûriyê yan beşek ji me dixwazin beşek ji Istratîciyeta Emerîka di Sûriyê de bin û di nava hisabatên wê di Sûriyê de bin .
Diktor Ebdulhekîm Beşar dibêje , dibe ku gelek kes pirsyar dikin û dibêjin ma doza kurdî ne dozeke niştîmanî sûrî ye û divê çareseriya wê jî sûrî be ??

Em tekez dikin ji hemî kesî re doza kurdî li Sûriyê dozeke niştîmanî tame û biryara me ya Istratîcî ewe ku çareseriya wê di rêya diyalog û lihevhatina niştîmanî re di navbera sûryan bixwe de behemî pêkhateyên xwe ve be , lê ji aliyekî din ve û bardoxa Sûriyê de ya ku hemî aliyên siyasî û civakî û heta cugrafî ve gelo ma xelkê Sûriyê bi hemî pêkhateyên xwe ve ne hewceî alîkariya dostanin da ku çarseriyeke siyasî û veguhestineke demokratî û peydakirina emin û asayş û aramiyê û dûbare avakirina Sûriyê ne ????.

Gelek wêstgeh hene , di salên şoreşa Sûriyê de giringin û hemî dostên sûrî bi giştî û Emerîka bi taybetî roleke giring têde hebû mîna Cinêv1 di Hezîrana sala 2012 de û biryara 2118 ya Encûmana Asayşa Navdewletî û herweha biryara encûmanê ya 2254 ya ku bûye lêvgereke çareseriya siyasî ji bo Sûriyê , ma rola sereke ne ya Emerîka bû di danûstandinên Cinêvê de û herweha gelek cihên pençeyên Emerîka hene di doseya Sûriyê de , lewma ev tişt dihêle kurdên Sûriyê pirsa cihên xwe di Istratîciyeta Emerîka di Sûriyê de bikin û mişrûyetê dide kurdan daxwaza alîkariyê ji dostên miletê kurd û Sûriyê ango mereyka bike di helweşandina rêjîmê de û herweha derxistina hêzên Îranî û girûpên wî yên çekdar û tafî fişareke bihêztir bike li ser rêjîma Esed da ku bi çareseriya siyasî razî bibe ?? Ango ez dixwazim bêjim kurd mîna pêkhateyeke xelkê sûrî hemî rengê meşrûyetê heye ku daxwaza gerentîkirina mafên xwe yên destûrî ji hemî hêzên niştîmanî û demokratî sûrî û herweha Wîlayeta Yekgirtiya Emerîka bike, ku dostê miletê Sûriyê û şoreşa wê ye .